1. Her çiqas bi rock ê mijul be jî,li gor fikra min akustîk û xebatên wî ye solo hîn a kêf ê dide. |
|
09.08.2013 14:45 |
felat
|
2. aliyê rock ve pirr serkeftiye ya herî girin stranên wî pirr bi watedar in.Mînak '' wisa ye wisa ye, bêdengiya peza ye, herkez ji bo xwe divê,îro cejna dizane'' |
|
09.08.2013 18:15 |
kelha bayê
|
3. solîstê koma rewşen e. |
|
05.01.2014 11:10 |
simurg56
|
4. di strana xwe ya bi navê zagros de hemû cewher û potansiyela xwe ya mûzîkal radixe ber tavê.. divê vê stranê ji xwe re bike mestere û pê de here, guh nede kom û kooperatîvên mûzîkê.. |
|
04.03.2014 05:38 |
endazer
|
5. Wî jî dest bi tirkî kirîye.Bi navê sus sîngilek çêkiriye. Qedera muzîka kurdî ev e. Dike nake nikare pişta xwe rast bike. Sê çar salan carkê deng û terzek cuda derdikeve lê tu carî dewama wê nayê. Sedemên vê jî bi herkesî ve 'eyan e ez dibêm qey. nebûna dewletek kurdî pêşî li hemû kar û barên kurdî digre. fenanî her tiştên bi kurdî bazara muzîka kurdî jî her û her kesad e. kes ji kurdî nikare nan bixwe mixabin. loma piştî albumek ya jî du albuman, ku bi piranî kalîta wê kêm dibe, dawî li muzîka wan tê. Û kurdî dîsa di nav kirasê xwe yî arabesk û sloganîk de asê dimîne. |
|
09.03.2017 23:36 |
şêxê bêserî
|
6. solîstê koma rewşen e. hevpeyvînek daye evrenselê dibêje hazirîya çend albûman dike, yek jê kurdî yek jê tirkî. dibêje wê carek din rewşen timamî neyê cem hev lê wê car caran bi singlean xwe bidin nîşandin: Here lînkê |
|
17.06.2018 13:21 ~15:31 |
xendekî
|
7. stranbêjê ku duh li Amedê konserek da. konser li paskofî kafeyê bû ku dikeve diclekentê. |
|
17.06.2018 15:32 |
xendekî
|
8. ji konsera wî ya îsal: |
|
13.07.2018 00:45 |
xendekî
|
9. gîska gerok pê ra vîdeoeyek amade kiriye, |
|
28.07.2019 20:46 ~20:47 |
gulêê
|
10. di hevpeyvîna xwe de ya di gel gûlsûmakê re mizgînîya albûma nû dide. min li wir jî nivîsandibû lê li vir jî dubare bikim: berî demekî pir dirêj (12-13 sal belkî) ji min re jî wisa gotibû * |
|
04.08.2019 21:48 ~21:55 |
simurg56
|
11. Ê ku wê roja sêşemê di saet 21.00 an de, li ser hesaba xwe ya li Instagram'ê di weşana zindî de be. |
|
11.05.2020 00:35 ~00:36 |
brusk56
|
12. Bi navê rev albumeke nû derxistiye |
|
10.12.2020 13:27 |
merwano
|
13. Albumekî ecêb xweş derxistiye. Ji sibê de guhdar dikim dengê wî sax bi. Bi ya min xweştirîn strana albumê ev e |
|
10.12.2020 20:15 |
biaqila malê
|
14. albûmek xweş derxistiye lê bi ya min ne bi qasê "pola nû" xweş e. |
|
14.12.2020 00:29 |
brusk56
|
15. Ezê bo albûma nû bêjim "Here" û hew, neyê. |
|
14.12.2020 00:33 |
paşopêş
|
16. lehengê rocka kurdî ye. min ê bigota bavê rocka kurdî lê ew bûye nesîbê gerdenzerî. ji bo min nîvê rock mûzîka kurdî, harûn û koma wî ya berê rewşen e. |
|
15.01.2021 23:40 ~23:40 |
simurg56
|
17. albûma wî ya dawîn rev wekê stêrkekî diçûrise di nav albûmên kurdî yên vê taliyê de. belkî ji ber heta niha rûneniştime û bi dorfirehî min sertanpê hemû albûmên wî guhdar nekirine cara ewil dema min albûm guhdar kir şok û şaşmayî bûm, devê jev ma! bi heyranî û hijmekarî min guhê xwe da her stranekî. simurg56 gotiye beriya niha 13 salan gotibû ez ê albûmekî derxînim xuyaye salên dirêj li ser albûmê xebitiye di albûmê de stranek nexweş nîne tu kîjanê derxînî cihê wê kifş dimîne. bêtir jî stranên bernadim û xengilokê min ku ji bo alan kurdî hatiye çêkirin kêfa min jê re hat. |
|
22.01.2021 23:19 |
endazer
|
18. harûn elkî bûye mevanê bernama hestû tv, jÊ bipirsin : |
|
11.02.2021 09:53 |
merwano
|
19. Mehek e, albûma wî ya bi navê “Rev” di rêya kargehê de lê dixim (li spotifyê). Her diçe stranên albûmê xweştir dibin. |
|
17.11.2021 21:23 |
mirovekirind
|
20. bi konserta xwe ya li îzmîrê (19.02.2022) di saloneke biçûk de konsepteke nû ceriband * me di paldanka xwe ya rehet de (nêzî 200 guhdar) bi rûniştî stranên wî yên rock bi kêf û coş guhdarî kirin. te ê bigota qey konserta muzîka klasîk a kurdî ye. |
|
21.02.2022 22:26 ~2022.02.22 23:48 |
mirovekirind
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |